Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî Washington bi êrîşkirina li ser Îranê re sûcdar kir û got, hevdîtin ‘êdî di rojevê de nînin’.
ARAKÇÎ: WAN SERKETINEKE BI LEZ HÊVÎ DIKIR, LÊ NEKARÎN
Arakçi ji qenala DYE’yê PBS’ê re axivî û diyar kir ku Îranê di hevdîtinên bi DYE’yê re yên têkildarî bernameya nukleer de “tecrûbeyeke pir bi êş” bi dest xist. Arakçi got, “Piştî hevdîtina sê tûran û dema ku şandeya Emerîka behsa pêşketinên girîng dikir, biryar dan ku êrîşî me bikin.”
Arakçi her wiha DYE û Îsraîl sûcdar kir ku dixwazin li Îranê rejîm were guhertin. Wezîrê Îranî îdîa kir ku ev plan bi serketî nîne û got, “Wan serketineke bi lez hêvî dikir, lê nekarîn.”
Rayedarê Îranî îdîa kir ku êrîşên DYE û Îsraîlê herêmên niştecihbûnê, dibistan û nexweşxaneyan hedef digire û got, ev yek hemû herêmê bê îstiqrar dike. Îdîa kir ku pirsgirêkên têkildarî sewqiyata petrolê ya li Hurmuzê ne ji ber Îranê ye, ji ber rîska ewlehiyê ya şer e.
Arakçi her wiha diyar kir ku Îran amade ye êrîşên xwe yên bi fuzeyan bidomîne û got, “Ev şer li me hate ferzkirin. Em xwe diparêzin û hingî ku pêwîst kir, em ê êrîşan bidomînin.”
TRUMP: EGER SEWQIYATA PETROLÊ WERE ASTENGKIRIN, EM Ê HÎN TUNDTIR LÊ BIXIN
Serokê DYE’yê Donald Trump jî got, eger Îran hewl bide sewqiyata petrolê asteng bike, ew ê êrîşên hîn tundtir pêk bînin.
Trump ku li Floridayê axivî, ev tişt anî ziman: “Em ê nehêlin rejîmeke terorîst cîhanê dîl bigire û sewqiyata petrolê asteng bike. Eger Îran tiştek wisa bike, wê hîn tundtir lê were xistin.”
Trump her wiha diyar kir ku ew difikire dibe şerê li Îranê “di demek nêz de bi dawî bibe”, lê dîrokek teqez neda.
MÛHAFIZÊN ŞOREŞÊ: HINGÎ ŞER DEWAM BIKE PETROL NÎNE
Berdevkê Mûhafizên Şoreşê yên Îranê Alî Muhammed Naînî roja sêşemê daxuyanî da û got, hingî şerê li Rojhilata Navîn dewam bike, hêzên Îranê wê nehêlin sewqiyata petrolê pêk were.
Mûhafizên Şoreşê yên Îranê roja sêşemê ragihand ku baregeheke Emerîka ya li herêma Kurdistanê hedef girtine. Mûhafizên Şoreşê di daxuyaniya li ser qenala xwe ya Telegramê weşandin de, gotin, “Biryargeha artêşa Emerîka ya li baregeha hewayî ya Herîr a li herêma Kurdistanê, bi 5 fuzeyan hate hedefgirtin.”
LI KENDAVÊ ÊRÎŞ DIDOMIN
Şerê li herêmê belavî erdnîgariyeke berfireh bûye. Wezareta Parastinê ya Mîrnişînên Ereb a Yekgirtî, ragihand ku li dijî fuzeyên Îranê û balafirên bêmirov, sîstemên parastina hewayî ketine dewrê.
Hat ragihandin ku li paytexta Bahreyn, Manamayê ji ber êrîşa Îranê kesekî jiyana xwe ji dest da, çend kes jî birîndar bûn.
Li Iraqê ji komên çekdar ên nêzî Îranê Tûgayên Îmam Alî ragihandin ku di êrîşeke hewayî ya li nêzî Kerkûkê de 4 endamên wan mirine. Komê DYE ji êrîşê berpirsyar nîşan da.
ENIYA LUBNAN: NÊZÎ 500 KES MIRIN
Li aliyê din artêşa Îsraîlê bombebarana li ser hin cihên li başûrê Lubnanê domand. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnan, di êrîşa li Nmairiye de 7 kes mirin, 2 kes birîndar bûn.
Wezaretê her wiha duşemê daxuyanî da û ragihand ku di hefteyeke dawî de ji ber êrîşên Îsraîlê li Lubnanê 486 kes mirin, 1313 kes birîndar bûne.
Bandora şer a li ser piyasaya enerjiyê jî didome. Petrol di rojên dawî de pir buha bûye.